COVID -19 | Li cîhanê rewsa dawî ya pandemiya koronayê

02 June 2021 21:01 0 dîtin
COVID -19 | Li cîhanê rewsa dawî ya pandemiya koronayê

PeyamaKurd – Tevî ku li ser seranserê cîhanê helmetên derzîkirinê berdewam dikin jî hê jî hejmarek zêde mirin û pêketinên koronayê têne tomarkirin.

Li gorî amarên dawî yên hatine berhevkirin, hejmara mirinên bi vîrusa korona ji 3,5 mîlyonan derbas kiriye û hejmara pêketiyan jî gihîştiye 172 milyon kesan li seranserê cîhanê.

 Li gor amarên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 3 milyon û 577 hezar zêdetir kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîkayê bûye sedema mirinan nêzî 600 hezar kes pê mirine.

Piştî Amerîka bi 462,791 mirinan Brezîlya, piştî wê jî bi 331,895 mirinan Hîndistan tê.

Amerîka bi zêdetirî 33,2 mîlyon pêketinên vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û piştî Amerîka jî bi 28,1 mîlyon pêketinan Hîndistan tê.

Tabloya dawî ya 20 welatên sereke wiha ye: