Rewsa dawî ya Covid-19: 3 wefat û 577 pêketiyên nû hene

22 February 2022 21:02 0 dîtin
Rewsa dawî ya Covid-19: 3 wefat û 577 pêketiyên nû hene

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Di daxuyaniya îro Sêşemê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin, di nav 24 demjimêrên borî de 577 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî wefat kiriye.

Herwiha wezaretê da zanîn ku 1076 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê bûye 428 hezar û 825 kes, heta niha 7 hezar û 349 kesan wefat kiriye û 410 hezar û 49 kes jî baş bûne.