Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 18 wefat, 475 pêketiyên nû

15 November 2021 19:42 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 18 wefat, 475 pêketiyên nû

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand rewşa dawî ya vîruso koronayê eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 475 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 18 kes jî pê mirine.

Herwiha hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 566 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 369740 kesan, ya mirinan bû 6685 kes û heta niha 355449 nexweş jî baş bûne.