Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 5 wefat û 984 pêketiyên nû

11 February 2022 22:30 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 5 wefat û 984 pêketiyên nû

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di nav 24 demjimêrên borî de 984 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî wefat kiriye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin; di 24 demjimêrên borî de  984 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 463 kes li Hewlêrê, 104 kes li Silêmaniyê, 384 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 23 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê û 2 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 1517 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 895 kes li Hewlêrê, 170 kes li Silêmaniyê, 413 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 37 kes li Germiyanê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîşt 420 hezar û 516 kesan, ya mirinan û 7 hezar û 287 kes û heta niha 397 hezar û 662 pêketî jî baş bûne.