Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 358 pêketî û 15 wefat

23 November 2021 17:38 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 358 pêketî û 15 wefat

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 358 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 358 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 135 kes li Hewlêrê, 75 kes li Silêmaniyê, 126 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê û 13 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Helebce û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne jî wezaretê eşkere kir ku di 24 demjimêran de 539 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re, li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 372963 kesan, ya mirinan bû 6804 kes û heta niha 359739 nexweş jî baş bûne.