Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 9 wefat û 104 pêketiyên nû

19 December 2021 23:40 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 9 wefat û 104 pêketiyên nû

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên rewşa vîrusa koronayê (Covid-19) eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 104 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 52 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 13 kes li Duhokê, 1 kes li Raperîn û 3 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 9 kesan can daye ku ew jî 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Helebceyê ne.

Herwiha hat eşkerekirin, di 24 demjimêran de 134 kes jî ji nexweşiya koronayê baş bûne.

Bi van amarên dawî re li herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt  379508 kesan, ya mirinan bû 7054 kes û heta niha 369713 nexweş jî baş bûne.