Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 25 wefat hene…

27 October 2021 19:32 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 25 wefat hene…

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa 24 demjimêrên dawî ya Covid-19 eşkere kir.

Wezaretê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 802 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kesan jî wefat kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji 802 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 340 kes li Hewlêrê, 172 kes li Silêmaniyê, 247 kes li Duhokê, 18 kes li Helebceyê, 25 kes li Germiyanê ne.

Herwiha 25 kesên jiyana xwe ji dest dane jî 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne û di 24 demjimêran de 1259 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 358 hezar û 902 kesan, ya mirinan bû 6 hezar û 356 kes û heta niha 338 hezar û 617 nexweş jî baş bûne.