Rewsa dawî ya Covid19: 9 wefat û 195 pêketiyên nû hatin tomarkirin

15 December 2021 20:48 0 dîtin
Rewsa dawî ya Covid19: 9 wefat û 195 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Wezareta  Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de, 9 kesên din ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) mirine û 195 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di nav 24 demjimêrên borî de, 351 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 379 hezar û 55 kesan, ya mirinan bû 7 hezar û 21 kes û heta niha 368 hezar û 477 nexweş jî baş bûne.