Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî eskere kir: 3 wefat û 876 pêketiyên nû hene

21 February 2022 20:04 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî eskere kir: 3 wefat û 876 pêketiyên nû hene

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên vîrusa koronayê yên 24 saetên borî eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand di nav 24 saetên borî de 876 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Herwiha hat eşkerekirin ku 1158 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan gihîşt 428248 kesan, ya mirinan bû 7346 kes û heta niha 408973 kes jî baş bûne.