Wezareta Tenduristiyê rewsa 24 saetên dawî ya koronayê eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 465 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 465 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 175 kes li Hewlêrê, 56 kes li Silêmaniyê, 202 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 11 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.
Wezareta ragihand ku di nav 24 saetan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 3 kes li Germiyanê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 513 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 200 kes li Hewlêrê, 63 kes li Silêmaniyê, 187 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 25 kes li Germiyanê û 27 kes li Raperînê ne.
Amarên dawî yên vîrusa koronayê yên Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 370651
Mirin: 6713
Başbûn: 356418

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin