Rojava | Desteya Tenduristiyê rewsa 24 saetên dawî ya koronayê eskere kir
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser rewşa dawî ya vîrusa koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin deshilatiya rêveberiya xweser de eşkere kir.
Li gorî ragihandina Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di nav 24 saetên borî de, 17 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî ji ber wê nexweşiyê can daye.
Herwiha hatiye ragihandin ku di 24 saetan de ti haletên başbûna ji vê nexweşiyê nehatine tomarkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 37342 kesan, ji wan 2522 kes baş bûne û 1522 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin