Rojava | Desteya Tenduristiyê rewsa dawî Covid-19 eskere kir

03 January 2022 21:07 0 dîtin
Rojava | Desteya Tenduristiyê rewsa dawî Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmen deshilatiya Rêveberiya Xweser, di 24 saetên borî de, 4 kesan ji ber koronayê can da û 14 pêketinên nû hatin tomarkirin. 

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên dawî de 4 kes ji ber koronayê mirine û 14 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Bi van amarên dawî re, li gorî daxuyaniyên fermî hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîşt 37203 kesan, 2514 kes baş bûne û 1509 kes jî ji ber koronayê can dane.