Desteya Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

02 July 2021 17:56 0 dîtin
Desteya Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rewşa dawî ya vîrusa koronayê di 24 saetên borî de eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, 15 kesên din di 24 saetên borî de bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 3 kes li Hesekê, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Kobanî, 4 kes li Reqayê, 1 kes li Dêrezorê, 1 kes li Minbicê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kes jî baş bûne û ti rewşeke mirinê nehatiye tomarkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê li gorî daxuyaniyên fermî gihîşt 18525 kesan û 763 kesan jî wefat kiriye.