Rojava | Desteya Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

28 May 2021 18:51 0 dîtin
Rojava | Desteya Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên deshilata Rêveberiya Xweser, di nav 24 seatên dawî de 3 kesên din ji koronayê mirin û 30 kes jî pê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa eşkere kir ku di nav 24 saetên borî de jinek û 2 mêr li herêma wan ji ber koronayê can dane.

Mustefa ragihand ku 30 kesên din jî bi koronayê ketine ku ew jî 16 mêr û 14 jin in û 6 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re, hejmara pêketiyên koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 17 hezar û 746 kesan, ya mirinan bû 723 kes û heta niha hezar û 792 kes jî baş bûne.