Rojava | Desteya Tunduristiyê rewsa dawî ya koronayê eskere kir

26 July 2021 20:43 0 dîtin
Rojava | Desteya Tunduristiyê rewsa dawî ya koronayê eskere kir

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 29 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesek jî baş bûye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, di 24 saetên borî de 29 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine ku 3 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişlo, 13 kes li Dêrikê, 1 kes li Tebqayê û 1 kes li Minbicê ne.

Dr. Ciwan Mistefa heriwah da zanîn ku nexweşkî koronayê jî baş bûye.

Li gorî amarên fermî li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîştiye 18642 kesan, 1891 kes baş bûne û 764 kes jî pê mirine.