Desteya Tenduristiya Rojava rewsa dawî eskere kir: 132 pêketî, 3 wefat
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, 132 kesên din di nav 24 saetên borî de bi koronayê ketin û 3 kesan jî wefat kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 3 kesên ji ber vîrusa korone jiyana xwe ji dest dane 2 kes li Hesekê û kesek jî li Qamişlo ye.
Mistefa eşkere kir ku 132 kesên din bi koronayê ketine û ew jî 21 li Hesekê, 16 li Qamişlo, 12 li Dêrikê, 3 li Dirbesiyê, 12 li Reqayê, 4 li Çilaxa, 9 li Tebqa, 7 li Kobanê, 13 li Dêrazorê û 5 kes jî li Minbicê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku 3 kes jî ji nexweşiya koronayê baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 9 hezar û 898 kesan, 375 kesan heta niha can daye û hezar û 303 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin