Rojava | Desteya Tenduristiyê amarên 24 saetên dawî yên Covid-19 eskere kir

05 May 2021 14:24 0 dîtin
Rojava | Desteya Tenduristiyê amarên 24 saetên dawî yên Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de 44 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 7 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 7 kesên can dane 4 kes li Qamişlo, 1 kes li Girkê Legê û 2 kes li Dêrazorê ne.

Dr. Mistefa diyar kir, 44 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine jî 14 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Çilaxa, 23 kes li Reqayê û 3 kes li kampa Roj in.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 saetên borî 6 nexweşên koronayê baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê bi van hejmarên dawî re gihîşt 16319 kesan,  ya mirinan bû 636 kes û heta niha 1673 kes jî baş bûne.