Wezareta Tenduristiyê amarên 24 saetên dawî eskere kir

08 July 2021 17:49 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê amarên 24 saetên dawî eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 973 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di 24 demjimêrên borî de 973 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 244 kes li Hewlêrê, 273 kes li Silêmaniyê, 417 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 762 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 110 kes li Hewlêrê, 218 kes li Silêmaniyê, 399 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 192263 kesan, ya mirinan bû 4525 kes û heta niha 178663 nexweş jî baş bûne.