COVID-19 | Wezareta Tenduristiyê amarên 24 saetên dawî eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 1054 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir, di 24 demjimêrên borî de 1054 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 398 kes li Hewlêrê, 202 kes li Silêmaniyê, 384 kes li Duhokê, 13 kes li Helebceyê, 41 kes li Germiyanê û 16 kes li Raperînê ne.
28 kesên ji ber vîrûsa koronayê can dane jî 5 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 10 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 4 kes li Raperînê ne.
Herwiha di 24 nav saetên borî de 536 kes ji nexweşiya koronayê baş bûne.
Bi van amarên dawî re, li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 77 hezar û 79 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 483 kes û heta niha 43 hezar û 345 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin