Wezareta Tenduristiyê amarên 24 saetên dawî yên Covid-19 eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 858 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 18ê Gulanê de eşkere kir; di 24 saetên borî de 858 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 192 kes li Hewlêrê, 324 kes li Silêmaniyê, 262 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 49 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir ku 8 kesan jî can daye û di nav 24 demjimêran de 965 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên li Herêma Kurdistanê gihîşt 162185 kesan, ya mirinan bû 4176 kes û heta niha 145705 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin