Wezareta Tenduristiyê rewsa 24 saetên borî ya koronayê eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa vîrusa korona ya 24 saetên borî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro Çarşemê ya Wezareta Tenduristiyê, di nav 24 saetên borî de 131 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî pê mirine.
Wezaretê herwiha eşkere kir ku di nav 24 saetan de 187 nexweşên vîrusa koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêm Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 379.915 kesan, ya mirinan bû 7 hezar û 75 kes û heta niha 370.346 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin