COVID-19 | Li seranserê cîhanê hejmara tûsbûyiyan ji 4 milyonan borî

09 May 2020 11:14 0 dîtin
COVID-19 | Li seranserê cîhanê hejmara tûsbûyiyan ji 4 milyonan borî

PeyamaKurd - Li seranserê cîhanê, hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 4 milyon û 14 hezar kesan.

Li gorî daneyên Mmlpera “Worldometers”ê hejmara kesên bi koronayê nifşê nû (Covid-19) ketine gihiştiye 4 milyon û 14 hezar û 331 kesan.

Heta niha 276 hezar û 238 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 387 hezar û 191 kes jî baş bûne.

Li Amerîkayê milyonek û 322 hezar û 163 kes bi vîrusa koronayê ketine û di pileya yekem de ye. Li Îspanyayê jî 260 hezar û 117 kes bi koronayê ketine. Îtalya, Brîtanya û Rûsya di pileya sêyem de tên û ew a cihê têbîniyê ye.

Hejmara tûşbûyên koronayê li Rûsyayê bi awayekî berçav zêde dibe û di heyama 2 rojên derbasbûyî de, rojane 10 hezar kes bi koronayê ketine. Niha li wî welatî hejmara tûşbûyên koronayê gihîştiye 187 hezar û 859 kesan bi pêş Fransa û Almanyayê ketiye.

Şeva borî tendirustiyên Îtalya û Brîtanyayê amarên dawî belav kirin û li herdu welatan jî hejmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane, ji 30 hezarî kes derbas kiriye.

Heta niha zêdetirîn qurbaniyên koronayê li Amerîkayê hatine tomarkirin. Li gor daneyên dawiyê li Amerîkayê 78 hezar û 616 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane.