Koreya Bakur, gefa serê nukleerî li Amerîkayê xwar!
PeyamaKurd- Koreya Bakur, di derbarê serdana Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin a ji bo Koreya Başûr de daxuyaniyek da û ragihand ku operasyoneke leşkerî ya muhtemel a Amerîkayê ya li herêmê, dê di çarçoveya prensîba şerê topyekûn de ku çekên atomî jî di nav de ye, bê bersivandin.
Bertekên serdana Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin a ji bo Koreya Başûr, di vê hefteyê de jî berdewam bûn û di vê çarçoveyê de ji Koreya Bakur, ji bo Amerîka û hevalbendên wê, daxuyaniyeke gefxwir hat dayîn.
Ji aliyê Wezareta Derve ya Koreya Bakur ve bi rêya daxuyaniyê hat gotin ku
"Rewşa leşkerî û siyasî li Nîvgirava Koreyê û navçeyê, ji ber manevrayên nerewa yên alîgirê şer û kiryarên dijminane yên Amerîka û hevpeymanên wê, gihîştiye xeta sor .”
Bi rêya daxuyaniyê, bal hat kişandin ser seredana Austin a Seulê û wiha hat gotin: "Ev nîşaneke xurt a senaryoya metirsîdar a Amerîkayê ye ku dê nîvgirava Koreyê bibe cebilxaneyeke mezin a şer û herêmeke şer a krîtîk."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê di çarçoveya prensîba 'li dijî çekên nukleerî şerê topyekûn' de berteka herî tund bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin