Rapor: Planên nukleerî yên Koreya Bakur, xetere ne

30 October 2023 16:30 0 dîtin
Rapor: Planên nukleerî yên Koreya Bakur, xetere ne

PeyamaKurd- Di rapora ku ji aliyê du rêxistinên ku navenda wan li Koreya Başûr û Amerîkayê ne hat amadekirin, hat îdîakirin ku planên çekên nukleer ên Koreya Bakur "dibe ku ji bo Koreya Başûr û Amerîkayê bibe xetere."

Enstîtuya Asan a ji bo Lêkolînên Siyasetê ku bingeh li Koreya Başûr û RAND Corpê, "Vebijêrkên Xurtkirina Ewlehiya Nukleerê ya Komara Koreya Başûr" raporek hevpar weşandin.

Di raporê de hat gotin ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un "plana hêzeke ku herî kêm ji 300 heta 500 çekên nukleerî pêk tê ku heta sala 2030 pêkan e" dike û hat destnîşankirin ku ev rewş" dibe ku ji bo Koreya Başûr û Amerîkayê bibe gef.”

Di raporê de hat gotin ku Koreya Bakur hêvî dike ku "çekên xwe yên nukleerî bi kar bîne da ku hevkariya Amerîkayê bi Koreya Başûr re asteng bike û Amerîkayê tehdîd bike" û "bêyî ku Koreya Başûr dagir bike hukum bike."