Koreya Bakur hewl dide potansiyela xwe ya çekên nukleerî zêde bike
PeyamaKurd - Serokdewletê Koreya Bakur Kim Jong-un diyar kir ku ew polîtîkayên zêdekirina kapasîteya çekên nukleerî yên welatê xwe zêde dikin û got: "Em ê dudilî nebin ku çekên nukleerî ji bo parastina welatê xwe bikar bînin."
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) Kim di merasîma pîrozbahiya 76emîn salvegera damezrandina Koreya Bakur de axivî.
Kim diyar kir ku bi taybetî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve zêdekirina çekên nukleerî, ji bo Koreya Bakur metirsiyekê çêdike û dom kir: "Divê serweriya leşkerî bê parastin û hîn zêdetir bê qewîkirin."
Kim ragihand ku ew di çarçoveya zêdekirina potansiyela çekên nûkleerî de siyasetê dimeşînin û diyar kir ku ew timî di bin xetereya hêrişa çekên nukleerî de ne.
Serokdewletê Koreya Bakur Kim Jong-un angaşt ku welatê wî her rastî xeteriya hêrişên nukleerî tê û destnîşan kir ku ew ê çekên nukleerî ji bo "xweparastinê" bikar bînin û ev yek ji bo ti kesî ne xeter e.
Kim got: "Koreya Bakur, dewleteke xwedî bernameyeke çekên nukleerî ya bi pîvan e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin