Hewldana Koreya Bakur a sandina satelayta leskerî ya yekem têk çû

31 May 2023 12:02 0 dîtin
Hewldana Koreya Bakur a sandina satelayta leskerî ya yekem têk çû

PeyamaKurd Koreya Bakur ragihand ku yekem satelayta keşfê ya leşkerî ya ku plan dike bişîne fezayê, di encama qezayekê de li behrê ket.

Rêvebiriya vî welatî pêştir ragihandibû ku ew plan dike heta 11ê Hezîranê satelaytek ji bo şopandina çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê biavêje.

Rayedaran diyar kirin ku piştî qezaya ku îro pêk hat, ew ê di demeke herî kurt de hewla firandina duyemîn bidin.

Di dema ku li Seoul, paytexta Koreya Başûr, ji ber kiryara çewt a avêtina satelaytê alarm hat hildan, ji bo niştecihên Okinawaya Japonyayê jî hişyarî hat dayîn.

Alarma li Seulê bû sedema aloziyê. Di dema ku sîrenên hişyariya êrîşa hewayî li bajêr hatin lêxistin, di peyama ku ji telefonan re hat şandin bang li gel hat kirin ku xwe ji bo valakirinê amade bikin. 20 deqîqe şûnde ji min re gotin ku ew peyamek nerast bû.