Koreya Bakur, biryara sandina F-16an a ji bo wî welatî rexne kir
PeyamaKurd- Koreya Bakur, biryara Holland, Denmark û Norwêcê ya şandina balafirên şer ên F-16 ji bo Ukraynayê rexne kir û vê alîkariyê wekî "çalakiyeke li dijî aştiyê" pênase kir.
Li gor nûçeya Ajansa fermî ya Koreya Bakur a Navendî (KCNA), rayedarên Koreya Bakur; biryara welatên Ewropî ya dabînkirina firokeyên xwe yên şer, kiryareke dijî aştiyê ye ku şerekî demdirêj derdixe holê û aştî û aramiya herêmê bi temamî têk dide.
Li gorî nûçeyê, rayedarên Enstîtuya Lêkolînê ya Navneteweyî ya vî welatî biryara welatên Ewropayê ya ji bo dayîna F-16an ji Ukraynayê re nirxand û di nirxandinê de biryara Holland, Denmark û Norwêcê ya ji bo dayîna balafirên şer ên F-16 yên Ukraynayê hat rexnekirin û wiha hat gotin:
"Biryara welatên Ewropayê ya ji bo dayîna balafirên şer, çalakiyeke dijî aştiyê ye ku şerekî demdirêj provoke dike û aştiya herêmê bi temamî têk dibe."
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di 20ê Tebaxê de ragihandibû ku ew ê ji Holland û Denmarkê bi giştî 61 heb F-16 bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin