15 baroyên Bakurê Kurdistanê banga pasdekisandina biryara HDPê li AYMê kir

06 January 2023 19:21 0 dîtin
15 baroyên Bakurê Kurdistanê banga pasdekisandina biryara HDPê li AYMê kir

PeyamaKurd – 15 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, li ser biryara Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê (AYM) ku doh Pêncşemê biryara blokekirina hesabên HDPê yên alîkariya xezîneyê dabû, bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşan dan.

Di daxuyaniyê de banga vegera li hiqûqê li AYMê tê kirin û tê gotin, bi biryara AYMê re xebatên siyasî yên HDPê û azadiya rêxistinbûnê hatiye binpêkirin û beriya hilbijartinan bi demekê wergirtina vê biryarê, derxistiye holê ku daraz ne serbixwe ye û bi destê darazê destwerdan li qada siyasî hatiye kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de, bangewazî li Dadgeha Destûrê (AYM) hatiye kirin ku biryarê ji nû ve binirxîne û biryara tedbîra demkî ya blokekirina hesabên HDPê paşve bikişîne.