15 baroyên bakurê Kurdistanê bertek nîsanî biryarên Doza Kobanî dan
PeyamaKurd – Piştî biryarên Doza Kobanî diyar bûn, 15 baroyên bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî biryaran dan û xwestin siyasetmedarên Kurd tafilê serbest bêne berdan.
Duh, Baroya Amedê jî di nav de, 15 baroyên bajarên bakurê kurdistanê di derbarê biryarên Doza Kobanî ku gellek siyasetmedarên Kurd hatin cezakirin de daxuyanî dan.
Di daxuyaniya baroyan de Dadgeha ku van biryaran daye, bi binpêkirina pendên yasayên navneteweyî hate rexnekirin û wiha hate gotin:
"Nayê qebûlkirin ku çalakiyên di çarçoveya bikaranîna mafên demokratîk de têne kirin, ji aliyê darazê ve bi binpêkirina mafên bingehîn ên hîmê hiqûqa navneteweyî bêne bêne darizandin. Sedema sereke ya qeyranên ku Tirkiye hatine jiyîn û têne jiyîn, pêkanînên dadwerî û reveberî yên ku ji nirx û hiqûqa demokratîk dûr dikevin. Ev û darizandinên siyasî ku qada siyasetên rikber û civaka sivîl teng dikin an jî bi tevahî ji holê radikin, pirdengîyê ditepisînin, ramanên cuda deralî dikin û metirsiya têkbirina aştiya civakî derdixin holê.
Kes an jî ramanên ku ji aliyê desthilatdariya siyasî ve weke gef têne dîtin, ji berê ve tawanbar têne dîtin. Di demeke ku li ser esasê bikaranîna dosyayê weke amûreke propagandaya siyasî û qanîkirina raya giştî ya ji vî sûcî hatiye avakirin de, mafên bingehîn, dadwerî, mafê darizandina dadwer, pêşnûmaya bêsûciyê û rastiya delîlan nayên ziman.
"Divê siyasetmedar tavilê serbest bêne berdan"
Bingeha dewleta hiqûqê ya demokratîk darazek serbixwe û bêalî ye. Li welatekî ku daraz nikare serbixwe be, ji bo takekesan di bikaranîna ti mafan de mercên ewlekariya hiqûqî tune ye. Pêvajoya Armanca nepen a Doza Kobanî û biryarên ku hatine dayîn, li gel pêkanînên dadwerî yên girêdayî serdema borî, tepisandina pirdengiyê û sînordarkirina azadiya nîqaşên siyasî, divê di çarçoveya pêvajoya dadwerî ya kefî û neqanûnî de bê nirxandin.
Di çarçoweya vê dozê de tê dîtin ku mijarên siyasî di çarçoveya xebatên dadrêsiyê de rastî tawanbariyan tên. Ji ber vê yekê tengkirina qada siyasî ji bo armancên siyasî yên desthilatdariyê têne kirin. Bi Doza Kobanî re pêvajoya darazê û biryarên ku hatine dayîn, aliyên muxalîf ên civakê û endamên wan ên hilbijartî bi rêya darazê hatin cezakirin.
Em weke Baroyê ku li jêr îmze kirine, radigihînin ku nayê qebûlkirin ku qada siyasî ya Kurd bi pergala xwe ya cezakirina kolektîf bi binpêkirina mafên bingehîn ên qada siyasî ya Kurd bi pratîka xwe ya darazê ya girêdayî re rû bi rû bimîne. Em daxwaz dikin ku pêvajoyeke darazê ya li ser esasê maf, hiqûq û edaletê bê avakirin û siyasetmedarên ku mafên wan ên bingehîn hatine binpêkirin demildest bên berdan.”
Baroyên ku daxuyanî îmze kirin:
BAROYA ADIYAMANÊ
BAROYA AGIRIYÊ
BAROYA ÊLIHÊ
BAROYA ÇEWLIGÊ
BAROYA BEDLÎSÊ
BAROYA DERSIMÊ
BAROYA DIYARBEKIRÊ
BAROYA COLEMÊRGÊ
BAROYA QERSÊ
BAROYA MÊRDÎNÊ
BAROYA MÛŞÊ
BAROYA SÊRTÊ
BAROYA RIHAYÊ
BAROYA ŞIRNEXÊ
BAROYA WANÊ

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin