Di derbarê serokên 12 baroyên Bakurê Kurdistanê de dest bi lêpirsînê kirin

26 January 2023 12:59 0 dîtin
Di derbarê serokên 12 baroyên Bakurê Kurdistanê de dest bi lêpirsînê kirin

PeyamaKurd – Serodozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ji ber daxuyaniyeke hevbeş a li ser êrîşên asmanî yên artêşa Tirkiyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, derbarê serokên 12 baroyên Bakurê Kurdistanê de, dest bi lêpirsînê kirin.

Weke tê zanîn, artêşa Tirkiyê di Mijdara 2022an de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û çend navçeyên Sûriyê yên di bin kontrola HSDê de operasyoneke esmanî pêk anîbû û ew operasyon di nav piraniya aliyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên Bakurê Kurdistanê de bûbû sedema karvedanan.

Herwiha Serokên 12 baroyên parêzgehên Diyarbekir, Agirî, Batman, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê dijî wê operasyona 20ê Mijdara 2022an a artêşa Tirkiyê ya bi navê Pençe Şûr bi sernavê “Divê em di hemû şertûmercan de azadiyê biparêzin” daxuyaniyek hevbeş belav kiribûn û ji aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê daxwaz kiribûn ku pirsgirêk bi rêya diyalog û aşitiyê bên çareserkirin, ne bi şer.

Zanyarî eşkere dikin, Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê bi hincetên “sivkatîkirina bi milletê Tirk, dewleta komara Tirkiyê û sazî û organên dewletê” derbarê serokên  wan 12 baroyên Bakurê Kurdistanê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren derbarê lêpirsînê de da zanîn, wan ew daxuyanî bi armanca aştiyê belav kirine û gotiye: “Armanca lêpirsînê ew e ku me ji van qadên çalakiyê dûr bixin.”