Ji Baroyên Bakurê Kurdistanê daxuyanî: Êrîs û operasyon ne çare ye!
PeyamaKurd - Baroyên Parêzeran ên bajarên Diyarbekir, Riha, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Agirî, Batman, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg, Mûş û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê, li ser êrîşên asmanî yên Tirkiyê bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de, daxuyanî dan.
Di daxuyaniya 12 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê de, hat ragihandin ku operasyonên leşkerî, şer û pevçûn, dibin sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl û gefê li ser ewlehiya civakî çêdikin.
Baroyan diyar kir, di encama operasyonan de, birîndar û mirî çêbûne û eger operasyon berdewam bikin, metirsiya ku zêdetir kes birîndar bibin û jiyana xwe jidest bidin çêdibe, ji ber wê jî ji bo aştiyeke mayînde û ewlehiya giştî ya civakî divê rê û rêbazên aştiyane ji bo çareseriya kêşeyan û pêşîlêgirtina tundiyan bên dîtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku berpirsyariya pêkanîna aştiya civakî li ser rêvebirên dewletê ye û divê rayedar bi wê berpirsyariyê tevbigerin.
Herwiha hat xwestin ku hemû aliyên pêwendîdar bi rêyên aştiyane û diyalogê, metirsiyên li ser ewlehiya civakê bidin rawestandin û bi zêdekirina tundiyê kêşeyan kûrtir nekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin