Bi dronan êrîsî hêzên Pêsmerge kirin, ji hikûmeta Kurdistanê daxuyanî...

31 December 2023 13:22 0 dîtin
Bi dronan êrîsî hêzên Pêsmerge kirin, ji hikûmeta Kurdistanê daxuyanî...

PeyamaKurd – Hate ragihadin ku şeva borî li Hewlêrê, bi dronan êrîşek li ser baregeha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate kirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, îro 31ê Kanûnê ragihand: “Şeva borî 30.12.2023an demjimêr 11:45 bi 2 dronan êrîş li ser baregeha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Pîrmam – Hewlêrê hate kirin, ku bi xweşî ve ti ziyanên canî çênebûne û tenê ziyanên madî çêbûne.”

Hate diyarkirin ku ev êrîşa terorîstî ya ji aliyê hêzeke neyasayî ve bi alîkariya cehş û hevkarên wan li ser bingeheke Pêşmerge de hatiye kirin, metirsîdar û şer firotin e.

Hewramanî li ser navê Hikûmeta Kurdistanê got: “Em van aliyan û hikûmeta federal ji van êrîşên tirsonek berpirsyar dibînin, ji ber ku ev komên deryasayî ji aliyê hikûmeta federal ve budçe û mûçeyê werdigirin, têne biçekkirin û li pêş çavên hikûmeta Iraqê digerin, çek, moşek û dronan vediguhêzin û êrîşên terorîstî li ser saziyên fermî û leşkerî pêk tînin.”

Hewramanî da zanîn: “Di demekê de ku hikûmeta Iraqê li hember wan bêdeng û kêkarîn e, lê di birîna qota gelê Kurdistanê de wêrek e û bi heman pereyan ev kom tên fînansekirin.”

Di daxuyaniyê de hate ji Iraqê hate xwestin: “Em li benda bersiv û pêngavên kirdarî ji birêz Serokwezîrê Hikûmeta Federalî ne, ji bo cezakirina van koman û her bersivek jî di dema xwe de, em bi mafê xwe dizanin. Em bang li hemû dost û aliyan dikin ku li hember vê kiryara terorîstî bêdeng nemînin û ji bo her bersiveke ku em guncaw dibînin, piştgiriya me bikin.”