SOHR: Bi dronan êrîsî baregeha hêzên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî kirin

20 January 2023 15:01 0 dîtin
SOHR: Bi dronan êrîsî baregeha hêzên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî kirin

PeyamaKurd – Îro bi dronan êrîşî baregeha hêzên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Sûriyê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, îro danê sibê 20ê Çileya 2023an, êrîşî baregeha Tenefê hat kirin.

Herwiha hat diyarkirin, êrîş bi rêya dronan hatiye kirin.

Baregeha serbazî ya Tenefê, dikeve sînorê navçeya "55 kîlometre" li sêgoşeya sînorê Sûriye, Iraq û Urdinê.

Zanyariyên destpêkê didin zanîn, gumana wê yekê heye ku dron ji aliyê wan grûpan ve hatibe arastekirin, ku nêzîkî Îranê ne.

Hat ragihandin ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ketine rewşa "amadebaşiyê".

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka îsal ve, ev cara yekem e ku êrîşeke bi vî reng, bi ser hêzên biyanî yên li ser axa Sûriyê tê kirin.

Herî dawî pênc meh berê êrîşeke wisa li ser baregeha serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatibû kirin.