Bi dronan êrîsî Baregeha Amerîka ya yi Rojavayê Kurdistanê kirin
PeyamaKurd - Hete ragihandin ku baregeha Amerîka ya li bajaroka Şedad a girêdayî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi du dronan hate hedefgirtin.
Koma Meqawmeya Îslamî ya li Iraqê (Koma Berxwedana Îslamî) bi daxuyaniyek berpirsiya xwe ya êrîşê ragihand, wan bi du balafirên bê mirov baregeha Amerîka ya li bajaroka Şedad ya dikeve başûrê Hesekê hedef girtiye.
Hêjayî gotinê ye, piştî şerê navbera Hamas û Îsraîlê, li Iraq û Sûriyê bi dehan caran ji aliyê komên milîsên Îranê ve hewlên êrîşan li ser baregehên Amerîkî hatine kirin ku Amerîkayê biryara zêdekirina hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin