Li Dêrezorê êrîsî baregeha leskerî ya Amerîkayê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Berxwedana Îslamî bi balafireke bê mirov (ÎHA) li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Dêrezorê êrîşek li dar xist.
Li gor daxuyaniya çavkaniyekî ji hêzên ewlekariya Sûriyê, Berxwedana Îslamî bi balafireke bêmirov baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Dêrezorê kiriye armanc.
“Berevaniya hewayî ya baregehê bersiv da êrişa balafirên bêmirov ên komên çekdar ên bi piştevaniya Îranê li ser kargeha Konîko ya li gundewarê Dêra Zorê.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafira bêmirov beriya ku bigihêje baregehê ji aliyê parastina hewayî ya baregehê ve hatiye xistin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îro Pêncşemê 10ê Cotmeha 2024ê di daxuyaniyekê de ragihand, "Hêzên hevpeymaniya navdewletî gelek moşekên komên çekdar ên Îranê li Dêrezorê li Sûriyê bombebaran kirin."
Hate diyarkirin ku heta niha tu ziyanên canî û madî nehatine tespîtkirin, hate gotin ku ji dema êrîşan ve balafirên şer ên koalîsyonê li herêmê digerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin