Bi mosekan êrîsî ser baregeha Amerîkayê ya li Dêrezorê kirin!
PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di nava saetekê de 3 êrîşên moşekî li baregeha artêşa Amerîkayê ya li qada petrolê ya Omer a li Dêrezorê pêk hat.
Hêzên Amerîkî bi çekên bejahî bersiv da êrîşa li dijî çeperên komên ku Îran piştgiriya wan dike ku bi qasî 25 kîlometre dûr in.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêj têkildarî êrîşê daxuyaniyek nedaye.
Ji aliyeke din ve li gor nûçeyên ser bi çavkaniyeke xwecihî, di êrîşan de zêdetir ji 10 moşekan li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê li kêlgeha petrolê ya Omer li rojhilatê Sûriyê hatine avêtin.
Çavkaniya han eşkere kir ku li yek ji wan deverên ku moşek lê ketine şewat derketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin