Li Dêrezorê êrîsî baregeha Amerîkayê kirin!
PeyamaKurd – Komên ku Îran piştgiriya wan dike li rojavayê Çemê Firatê li Sûrîyê, bi roketan êrîş birin ser Baregeha Omer ya Neftê ya ku leşkerên Amerîkî lê bicih bûne, li parêzgeha Dêrezorê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojava de ye.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, komên ku Îranê piştgiriya wan dike li rojavayê Çemê Firatê bi şev bi roketan êrîşî Baregeha Qada Petrolê ya Omerê ya ku hêzên Amerîkayê lê tevdigerin, kirin.
Ji aliyê DYAyê ve heta niha ti daxuyaniyeke têkildar nehatiye dayîn.
Komên bi piştgiriya Îranê yên li aliyê rojavayê Çemê Firatê, şeva navbera 7 û 8ê Sibatê bi balafirên bêmirov ên kamikaze êrîş birin li ser Baregeha Omer a Qada Petrolê ya ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin