Bi roketan êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Dêrezorê kirin!

15 January 2024 12:34 0 dîtin
Bi roketan êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Dêrezorê kirin!

PeyamaKurd – Li parêzgeha Dêrezorê komên têrorîst ên ku Îran piştgirîya wan dike, bi roketan êrişî baregeha ku artêşa Amerîkayê lê bi cih bûye, kirin.

Hat ragihandin ku komên bi piştgiriya Îranê bi roketan êrişî baregeha Amerîkayê ya li Dêrezorê kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, komên ku Îran piştgirî dide wan li Dêrezorê, bi roketan êrîşî baregeha li Tesîsa Gazê ya Konîko ya ku hêzên Amerîkayê lê bicih bûne, kirin.

Sîstema berevaniya hewayî ya Amerîkayê du roket beriya ku bigihêjin hedefên xwe îmha kirin. Roketek li derdora baregehê ket.

Ji aliyeke din ve hêzên Amerîkayê yên li vê baregehê bi roketan bersiv dan çeperên komên ser bi Îranê yên li bajarokê Heşam li aliyê rojava yê çemê Firatê.

Amerîkayê hê derbarê êrîşê de daxuyaniyek nedaye.