Êrîsî baregeha hewayî ya Eyn El-Esed a Amerîkayê kirin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Enbarê ya Iraqê li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esadê ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin êrîşek hat kirin.
Çavkaniyekî ji çapemeniya Iraqê re ragihand ku li dijî baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin êrîşek hatiye kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku baregeh bi 2 roketên Katyûşa hatiye hedefgirtin û diyar kirin ku roket li baregehê ketine, lê di êrîşê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin