Êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê hat kirin

02 January 2025 13:08 0 dîtin
Êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê hat kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hewl hat dayîn ku bi dronekê êrîşî baregeha Amerîkayê ya li bejahiya Hişiçê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê bikin.

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bi firokeyên bê firokevan êrîşek li baregeha amerîkî ya li gundê Harab el-Ceyrê yê li Rimêlana Hisiçê hatiye kirin.

Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku balafira bêmirov ji aliyê pergalên parastina hewayî yên li baregehê ve hatiye xistin.

Piştî êrîşê balafirên şer ên DYAyê li ser herêmê nizm firiyan.