Iraq | Baregeha Eyn el-Esed a Amerîkayê ket alarmê

19 October 2024 12:04 0 dîtin
Iraq | Baregeha Eyn el-Esed a Amerîkayê ket alarmê

PeyamaKurd –  Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê yên li baregeha Eyn Esed a parêzgeha Enbarê di nobetê de ne.

Hat diyarkirin ku baregeha ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne li hember êrîşên fuze û balafirên bêmirov ketine hişyariyê.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan, li ser talîmata Wezareta Parastinê ya Amerîkayê leşkerên li baregeha Eyn Esadê hatine hişyarkirin ku ji bo rewşên awarte bersivê bidin.

Wezareta Derve ya Iraqê 14ê tebaxê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ji ber bûyerên vê dawiyê bidawîbûna erka hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê hatiye bipaşvexistin.

Biryar e ku mîsyona hevpeymaniyê di îlona 2025an de bi fermî bi dawî bibe.