Iraq | Baregeha Eyn Esed cardin rastî êrîsa dronan hat

27 October 2023 17:23 0 dîtin
Iraq | Baregeha Eyn Esed cardin rastî êrîsa dronan hat

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 27ê Cotmehê careke din Baregeha Eyn Esed a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkî tê de ne, rastî êrîşa dronan hat.

Rêxistineke bi navê Eniya Miqawemeya Îslamî berpirsiya êrîşê li xwe girt ku komeke milîsên girêdayî Îranê ye. Derbarê ziyanên êrîşê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, hefteya borî jî komên çekdar ên girêdayî Îranê 13 caran bi rêya dron û moşekan êrîşî ser çend bingehên leşkerî yên Amerîkayê kiribûn.

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî ragihandiye ku li hember êrîşên Îranê û milîsên nêzî wê, Amerîkayê du bingehên serbazî yên girêdayî Îranê li rojhilata Sûriyeyê bi rêya balafira şer a F16 bombebaran kirin.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê LIyod Austin jî daye xuyakirin, Amerîkayê du bingehên leşkerî yên Îranê li rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirine ku ev wekî bersiva êrîşan e.