Bargeha Eyn Esed cardin rastî êrîsa milîsên Îranî hat
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Iraqê îro 15ê Mijdarê komên milîsên bi ser Îranê ve, cardin êrîş birin ser baregeha Eyn Esed a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkî tê de dimînin.
Li gorî zanyariyan, êrîş ji aliyê komên milîsên bi ser Îranê ve, bi rêya moşekan û dronan hatiye kirin ku derbarê ziyanan de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye, li gorî ragihandina Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) di nav du mehên dawî de, baregehên wan ên li Sûriye û Iraqê rastî 55 êrîşan hatine ku ti ziyaneke canî nehatiye eşkere kirin.
Baregeha Eyn Esed ku leşkerên Amerîkayê şêwirmendî û rahênanê bi hêzên Iraqê dikin, tenê di meha Mijdarê de, rastî zêdetirî 10 êrîşan hatiye. Milîsên Îranê yên li Iraqê van êrîşan jî wekî bersiva êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê nîşan didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin