CENTCOMê li ser êrîsa Bargeha Eyn Esedê daxuyanî da

21 January 2024 12:01 0 dîtin
CENTCOMê li ser êrîsa Bargeha Eyn Esedê daxuyanî da

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê êrîşa doh 20ê Çileyê ya ser Baregeha Eyn el Esed a Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

CENTCOMê diyar kir, komên çekdar ên Iraqî yên ku Îran piştgiriya wan dike çend moşekên balîstîk avêtine baregeha esmanî ya Eyn El-Esed a li rojavayê Iraqê û ragihand, ji ber dengê teqînan çend karmendên Amerîkî ji serê xwe bandor dîtine û leşkerekî iraqî jî birîndar bûye

CENTCOMê got, tevî ku sîstema berevaniya asmanî ya baregehê piraniya moşekan xistiye xwarê, lê çend moşek li baregehê ketine û niha li ser ziyanan lêkolîn tê kirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl jî piştî êrîşê ragihandibû, çend moşek li nêzîkî baregeha Lîwaya 29ê ya Fermandariya Operasyonên Cezîrê li Eyn Esed ketine û di encamê de leşkerekî Iraqî birîndar bûye û ziyan gihîştiye baregehê.