Îngilîstanê li ser çûna Esma Esedê daxuyanî da

29 December 2024 18:57 0 dîtin
Îngilîstanê li ser çûna Esma Esedê daxuyanî da

PeyamaKurd – Çavkaniyên Serokwezîrê Îngilîstanê diyar kirin ku Esma Esed, hevjîna serokê ketî yê Sûriyê Beşar Esed, hemwelatiya Brîtanî, kesek e ku cezayên seferê li ser heye û nikare derbasî Brîtanyayê bibe.

Di nûçeyên di çapemeniya Îngilîstanê de hat ragihandin ku Esma Esed ji ber nexweşiya pençeşêrê tê dermankirin û şansê wê yê jiyanê ji sedî 50 ye.

Tê îdiakirin ku Esed dixwaze jina xwe berde û ji bo dermankirinê vegere Îngilistanê û bavê wê Fawaz Axras ku li Londonê klînîkeke wî ya taybet heye ji Îngilistanê çûye Rûsyayê da ku piştgiriyê bide keça xwe.

Çavkaniyên Serokwezîrê Îngilîstanê diyar kirin ku Esad ku dixwaze li Îngilîstanê dermankirina penceşêrê bidomîne, nikare vegere welatê jidayikbûnê û hemwelatiya xwe.

Çavkaniyên Serokwezîrtiyê ragihandin ku Eseda ku pasaporta xwe ya Îngilîzî ya ku di sala 2020an de qediyabû nû nekiriye, tu belgeyên rêwîtiyê li cem tune ne.

Rojnameya i Paper jî bi bîr xist ku dema pasaporta Esed qediyaye jî di bin sizayên wek qedexekirina seferê û cemidandina mal û milkan de ye.

Çavkaniyên Serokwezîriyê yên ku ji rojnameyê re axivîn diyar kirin ku ji ber mueyîdeyên ku li ser Esed hatine sepandin ne mimkûn e ku derbasî Îngilîstanê bibe.