Baregeha Eyn Esed îro careke din rastî êrîsa mosekî hat
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 7ê Tîrmehê piştî êrîşên moşekî yên şeva borî careke din, li dijî baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbar a Iraqê êrîşa moşekî pêk hat.
Li gorî zanyariyên ewil 14 rokêt li baregeha Eyn Esed û derdora wê ketine.
Çavkaniyeke ji hikûmeta Iraqê li parêzgeha Enbarê ku nexwestiye navê wî bide daye xuyakirin, îro Çarşemê baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed rastî êrîşeke bi roketan hat û 14 roket li baregehê û derdora wê ketin.
Herwiha hat diyarkirin ku her 4 moşek li aliyê ku hêzên iraqê lê dimînin ketine û moşek li aliyê hêzên Amerîkayê nekiten.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin