Iraq: Di êrîsa ser baregeha Ayn el-Esedê de leskerekî Iraqê birîndar bû

21 January 2024 01:50 0 dîtin
Iraq: Di êrîsa ser baregeha Ayn el-Esedê de leskerekî Iraqê birîndar bû

PeyamaKurd – Berdevkê leşkerî yê serokwezîrê Iraqê yê Muhammed Şiya Sudani, General Yahya Resul ragihand ku li bajarê Anbarê baregeha aîdê hêzên koalisyona di bin serpereştiya Amerîka de ku li hemberê DEAŞê şer dike, bi fuzeyan êrîş kirinê û di êrîşê de leşkerekî Iraqê birîndar bûye.

General Yahya Resul ragihand ku çend fuze nêzî baregeha tûgaya 29em ya bi ser tumena 7em ya bi ser Fermandariya 0perasyona Cezîrê ketine. Di baregeha Tûgayê de xesar çêbûye û leşkerekî birîndar bûye.

Resul got ku di nav baregehê de, baregeha aîdê artêşa Iraqê û navenda perwerda leşkerî ya Iraqê hene. Kesên êrîşê kirine ji bo wan bigrin dest bi lêpirsînê kirine.

Li aliyê dinê çapemeniya Iraqê bi şertê nav nede, gotiye ku bi rêvebirekî leşkerî yê Amerîkayê re axifîne û rêvebirê Amerîkî gotiye ku çend leşkerên Amerîkayê jî di êrîşê de sivik birîndar bûne.