Êrîsa bi roketan li ser baregeha Eyn el-Esedê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li rojavayê Iraqê li parêzgeha Enbarê li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esedê êrîşa bi roketan hat kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê hatin wergirtin, li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esed ku leşkerên Amerîkayê lê ne, êrîşeke bi roketan hat kirin.
Hat diyarkirin ku koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.
Hejmara ziyanên êrîşa bi roketan a li ser baregehê heta niha nayê zanîn.
Li Baregeha Esmanî ya Leşkerî ya Eyn Esed a li Enbarê ku dikeve rojavayê Iraqê, leşkerên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê hene.
Berê jî komên milîsên Iraqî yên nêzî Îranê êrîşî baregeha navborî kiribûn bi roketan.
Roja Pêncşemî 4ê Çileya 2024an, navenda Tevgera Nûceba ya girêdayî Heşda Şeibî ku li ser cadeya Filistînê ya Bexdayê ye, rastî êrişa balafirên bêmirov hat.
Rêxistinên medyayî yên nêzîkî Heşda Şeibî ragihandin ku 3 fermandarên payebilind ên Heşda Şeibî ku di nav wan de Fermandarê Lîwaya 12 Ebû Teqwa El-Saidî jî hebû jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin