Êrîsa bi balafirên bê mirov li ser baregeha hevpeymaniya navdewletî ya li Hesekê
PeyamaKurd – Li bajarê Hesekê yê Rojava, li dijî baregeha koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYAyê, bi wesayîteke hewayî ya bê mirov êrîşek hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li bakurê rojhilatê Hesekê li dijî baregeha hêzên koalîsyonê ya li nêzî gundê Xerab El-Jir ê li deşta Rimêlanê ye, êrîşek hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama ketina balafira bêmirov a li baregeha hêzên koalîsyonê ya ku leşkerên Amerîkayê lê bi cih bûne de şewat derket û ji ber êrîşê xisareke canî çênebû.
Eniya Berxwedana Îslamî piştî 17ê Cotmeha 2023an dest bi êrişên balafirên bêmirov û mûşekî li dijî baregeh û hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê kir.
Tenê li Rojava û Sûriyê 115 caran êrişî hêzên Amerîkayê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin