Rûsya: Hewldana êrîsa bi balafirên bê mirov hate kirin

09 August 2023 12:58 0 dîtin
Rûsya: Hewldana êrîsa bi balafirên bê mirov hate kirin

PeyamaKurd – Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin ragihand, hewldana êrîşa bi du balafirên bêmirov ên çekdar (ÎHA) li paytextê hat pûçkirin.

Sobyanin di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir, hewl hatiye dayîn bi 2 dronên çekdar êrîşî Moskovayê bikin.

Sobyanin da zanîn, her du balafirên keşfê ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine îmhakirin, yek ji van balafiran li rêya Mînskê û ya din jî li herêma Domodedovoyê hatiye îmhakirin.

Sobyanin destnîşan kir, li gorî tespîtên ewil ji ber ketina parçeyên dronê ti birîndar çênebûne û rayedar li cihê bûyerê dixebitin.

Rayedarên Rûsyayê ragihandin, Ukraynayê di 24, 28, 30 Tîrmeh, 1 û 6ê Tebaxê de bi balafirên bêpîlot êrîşî Moskovayê kiriye û mirî û birîndar tune ne.